Nûçe

Ji roja ku hatine Enqereyê û heta niha karkerên jin ên TEKEL'ê her dem di refên pêşî de têkoşîna xwe domandine. Şerîfe Demir ku ev 65 roj in ji Îzmîrê hatibû û li paytexta Tirkiyeyê ligel zordestî û tehdîdên hikûmetê bi şert û mercên xwezayê re jî di nava têkoşînekê de bû. Her wiha Aynur Erbaş a ji Semsûrê hatiye û 8 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Platforma li Dijî Nukleerê ya Mersînê (NKP) û edamên Greenpeace, nerazîbûn nîşanî pênasa ‘paçavra’ a Serokwezîr a der barê pankarta, “Em li Sînop û Mersînê nukleerê naxwazin” de bi kar anîbû.

Beşdarên Platforma li Dijî Nukleerê yên Mersînê ku li Cemiyeta Rojnamevanan a Mersînê (MGC) yê civiyan û têkildarî mijara nukleerê civînek çapameniyê li dar xist in. Li ser navê platformê Berdevka NKP’ê Sabahat Aslan ku daxuyanî xwend, pênaseya ‘paçavra’

Li Rihayê malbata Yalçin ku di bodruma xaniyekî de bêpere dima, piştî xwediyê xanî xaniyê xwe firot, li ber dîwaran ma. Halef Yalçin ku karkerê çandiniyê ye û aboriya wî tune, piştî bêçare ma, diyar kir ku rayedar alîkariyê bi wî re nekin dê bi komî întîhar bikin.