Çarşamba, 27 Ocak 2010 09:08
karaumut tarafından yazıldı.

Li Rihayê malbata Yalçin ku di bodruma xaniyekî de bêpere dima, piştî xwediyê xanî xaniyê xwe firot, li ber dîwaran ma. Halef Yalçin ku karkerê çandiniyê ye û aboriya wî tune, piştî bêçare ma, diyar kir ku rayedar alîkariyê bi wî re nekin dê bi komî întîhar bikin.
Li taxa Karşiyaka ya Rihayê malbata Yalçin ku ji 7 nifûsan pêk tê, 10 sal in di bodruma xaniyekî 2 qat de pêbere dima. Piştî xwediyê xanî, xaniyê xwe firot li ber dîwaran man. Hevsera Halef Adîle Yalçin got ku ligel zarokên xwe bêpere di xanî de diman û bi karê rençberîyê debara xwe dikirin, lê piştî ku xanî hate firotin, xwediyê xanî yê nû xwest ku ji bodrumê derkevin. Halef Yalçin (44), ku ligel 4 zarokên xwe û diya xwe bçare ma, diyar kir ku cihekî lê bimînin tune û xwest rayedarên dewletê alîkariyê bidin wan.
Halef Yalçin, anî ziman ku rewşa wî pir xirab e û rewşa wî ya ku xanî kirê bike tune. Yalçin wiha axivî: "Ji ber rewşa min a aborî nebaş e û kar bi destê min nakeve, nikarim zarokên xwe xwedî bikim. Bi alîkariya cîranan ez debara xwe dikim. Piştî xwediyê xanî xaniyê xwe firot, xwediyê xaniyê nû em ji xanî derxistin û em li ber dîwaran man. Niha em li derve dimînin. Em bêçare ne. Di çileyê zivistanê de kes kesî navêje derve. Eger ku kes alîkariyê nede me em ê xwe bavêjin kanala avê û bi komî întîhar bikin."
Zarokê wan ê 9 salî Muzaffer Yalçin jî diyar kir ku demeke dirêj e li derve dimînin û bi şevê pir dicemidin. Yalçin, xwest xaniyekî wan hebe û li derve nemînin. Yalçinê 9 salî wiha daxwazên xwe anîn ziman: "Ez li derve pir dicemidim. Ez dixwazim xaniyekî me hebe. Naxwazim li derve razêm."
TENÊ ALÎKARIYA ZAD KIRIN
Welatiyên ku malbat li derve dîtin jî xwestin ku rayedarên dewletê alîkariyê bidin malbata Yalçin. Keyayê taxa Karşiyaka Matar Sakat jî da zanîn ku li gorî derfetên xwe ji malbata Yalçin re bûye alîkar û wiha got:
"Tenê alîkariya min ne bes e. Ji bo alîkariyê ez bi rayedarên dewletê re axivîm. Lê tenê alîkariya erzaq hate kirin. Lê divê berî her tiştî alîkariya xanî bi malbatê re bê kirin. Niha ez jî beçare mame. Ez dixwazim alîkariyê bikim, lê derfetên min jî tune ne."
RIHA-DÎHA
| Li Rihayê malbata Yalçin ku di bodruma xaniyekî de bêpere dima, piştî xwediyê xanî xaniyê xwe firot, li ber dîwaran ma. Halef Yalçin ku karkerê çandiniyê ye û aboriya wî tune, piştî bêçare ma, diyar kir ku rayedar alîkariyê bi wî re nekin dê bi komî întîhar bikin. |
|
Yorum ekle