Perşembe, 18 Şubat 2010 09:55
karaumut tarafından yazıldı.

Platforma li Dijî Nukleerê ya Mersînê (NKP) û edamên Greenpeace, nerazîbûn nîşanî pênasa ‘paçavra’ a Serokwezîr a der barê pankarta, “Em li Sînop û Mersînê nukleerê naxwazin” de bi kar anîbû.
Beşdarên Platforma li Dijî Nukleerê yên Mersînê ku li Cemiyeta Rojnamevanan a Mersînê (MGC) yê civiyan û têkildarî mijara nukleerê civînek çapameniyê li dar xist in. Li ser navê platformê Berdevka NKP’ê Sabahat Aslan ku daxuyanî xwend, pênaseya ‘paçavra’
şermezar kir û da zanîn ku heta Tirkiye dev ji maceraya nukleerê berde dê têkoşîna xwe ya demokratîk û hiqûqî dê bidomînin. Aslan, destnîşan kir ku parkarta, “Em li Sînop û Mersînê nukleerê naxwazin” ku endamên Greenpeace li Meclîsê vekiribûn, daxwazên hevpar ên kesên li bajar dijîn e û da zanîn ku li dijî nukleerê timî li cem polîtîkayên pêşketina welat in.
Aslan, anî ziman ku welatiyên li Sînop û Mersînê dijîn, gelekî ji wan li hemberî çêkirina santralên nukleerê ne, lê hikûmet vê yekê ji nedîtî ve tê û wiha got: “Hikûmet, bi Rûsyayê re bi rêbazên enerjiya ya di navbera dewletan de dijî berjewendiyên cemaweriyê, di enerjiya nukleerê ya ku tu sûdê nade waleta me israr dike.”
Azadiya Welat / MERSÎN
Yorum ekle