Perşembe, 18 Şubat 2010 10:00
karaumut tarafından yazıldı.

Ji roja ku hatine Enqereyê û heta niha karkerên jin ên TEKEL'ê her dem di refên pêşî de têkoşîna xwe domandine. Şerîfe Demir ku ev 65 roj in ji Îzmîrê hatibû û li paytexta Tirkiyeyê ligel zordestî û tehdîdên hikûmetê bi şert û mercên xwezayê re jî di nava têkoşînekê de bû. Her wiha Aynur Erbaş a ji Semsûrê hatiye û 8 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Karkerên jin ên TEKEL'ê ji roja hatine Enqereyê heta niha her dem bûne lokomotîfa çalakiyê. Hem li ber navenda AKP'ê hem jî li Parka Abdî Îpekçî jinan li hemberî êrîşa hovane ya polîsan bendek ava kir û bi biryarbûna xwe ji karkerên mêr re bûn mînak. Karkerên jin ku 65 roj di çadirên naylon, di sir û seqema Enqereyê de, di bin berf û baranê de derbas kirin.
Şerîfe Demîr ku 20 sal di fabrîqeyên TEKEL'ê de xebitiye diyar kir ku gelek zehmetî kişandine û ev 11 roj bû jî di greva birçîbûnê de bûn. Demîr got ku ne berf û baran ne jî ba û bahoz guhdar kirine û têkoşîna xwe domandine û wiha pêde çû: "Me ji têkoşîna xwe bawer kir. Wek dayikekê ji ber tirsa pêşerojê me biryara domkirina têkoşînê da. Dema em hatin Enqereyê me zanibû em dê zehmetiya bikişînin, lê ne bi vê ecêbê. Min nizanibû ku hikûmeteke ewqas xedar, ewqas bêpirsiyar heye."
65 ROJAN CALAKÎAynûr Erbaş a ji Semsûrê hatiye û 17 salin di TEKEL'ê de xebitiye jî ev 8 roj e di greva birçîbûnê de bû. Dema Erbaş serpêhatiyên xwe yî 65 rojan vedibêje dem dem çavê tije rondik dibin û wiha got: "Roja yekem em li ber navenda AKP'ê man lê bi şev ji ber baranê hinek hevalê me birin salona sporê em jin jî birin sendîkaya Metal-Îş'ê. Lê roja din li ber AKP'ê erîşî me kirin û li salona sporê jî êrîşî hevalê me kirin. Ji xwe roja sêyemîn jî li Parka Abdî Îpekçî ji bo me rojek ji rojê dojehê hate pê û polîsan bi hawakî hovane êrîşî me kirin. Bi rastî ev 65 roje me gelek tişt dîtin. Ez berê jî hem ketibûm greva birçîbûna bidor ya 3 rojan hem jî ketibûm greva girseyî. Ev 8 rojin jî ez di greva bêdem de bûm. Lê hê jî em cidî nayên girtin. Li hemû deverê cihanê piştgirî heye lê hêjî yekîtiyek tune. Welatekî wek Yunanistan rojekê jiyanê radiwestîne lê ev 65 roje em têkoşîn dikin hêjî tiştekî bi bandor nehatiye kirin. Divê hem sendîka hem jî karker demek berî demekê biryarên bi bandor bigirin û bixin miriyetê." Erbaş, daxuyand ku baweriya wan bi serkeftinê heye û wiha axaftina xwe domand: "Ev têkoşîna parastina mafê cemaweriye. Karkerên TEKEL'ê heya niha ji bo 2 qurûş pere ne meşiya ye. Tenê em dixwazin bi mafê xwe yî cemawerî di saziyên din de bên bi cih kirin."
Erbaş, ragihand ku 100'emîn salvegera 8'ê Adarê, ji bo jinan karker yên TEKEL'ê hatiye diyar kirin û wiha got: "Rojeke ku di encama têkoşîna jinan de peyda buye û li hemû cîhanê tê pîroz kirin ji ber ku ji me re hatiye diyar kirin, em pir bi kêfxweş û bi rûmet kir. Ez roja 8'ê Adarê ji niha ve li hemû kesên karker pîroz dikim."
Abdurrahman GOK - ENQERE/DÎHA
Yorum ekle