Pazartesi, 19 Temmuz 2010 14:27
karaumut tarafından yazıldı.

Sidika Platîn par ji aliyê hevserê xwe ve guhê wê hatibû jêkirin û rastî îşkenceyê hatibû. Dadgeha Malbatê ya Wanê biryar da ku Sidika teslîmî hevserê wê bike. Sidika Platîn dîsa rastî şîdeta hevserê xwe hat, niha li nexweşxaneyê ye û rewşa wê giran e
Li navçeya Saraya Wanê jina bi navê Sidika Platîn ku hevserê wê Farûk Platîn par guhê wê jê kiribû û îşkence lê kiribû, piştî wî dîsa bi biryara dadgehê radestî hevserê wê hatibû kirin, dîsa rastî tundiya hevserê xwe hat. Rewşa Sidika Platîn xetereya xwe diparêze.
Di 25'ê îlona 2009'an li gundê Kapikoya navçeya Sarayê, jina bi navê Sidika Platîn, rastî lêdana hevserê xwe Farûk Platîn hatibû. Farûk Platîn guhê hevsera xwe jê kiribû û bi lêdanê ew anî bû ber mirinê. Piştî bûyer hatibû bihîstin jina rastî tundiyê hatiye, li mala stargehê hatibû bicihkirin û piştî 45 rojan ji aliyê Dadgeha Malbatê ya Wanê ve dîsa radestî hevserê wê hatibû kirin. Sidika Platîn ku ev 10 sal in zewicî ye û 3 zarokên wê hene, piştî ku ji hevserê wê re hatibû radestkirin, dîsa bi lêdana hevserê xwe hate ber mirinê. Rewşa Sidika Platîn ku niha li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzucu Yilê ya Wanê tê dermankirin xetereya xwe di parêze û tu agahî jî ji Farûk Platînê ku piştî bûyerê reviyaye nayên girtin.
'BERPIRSYAR DADGEH E'Seroka Komeleya Jin, Zarok û Pêşvebirina Têkiliyên Malbatê, Nûjenkirin, Parastin û Hêzkirinê ya Sarayê Hamîde Yenî, têkildarî bûyêre nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: "Kesên ku destûr dane Farûk Platîn, destê xwe dihejîne û ji dadgehê derkeve berpisiyarê vê bûyerê ne. Eger wê demê guh dabûna gotinên me îro ev tişt nedihat jiyîn. Em dê wekî saziyên jinê vê bûyerê bişopînin."
XWEDÎ LÊ DERNEKETINPlatîn ku rastî îşkeceyan hovane hatibû li Stargeha Jinan a Walîtiya Wanê hatibû bicihkirin. Hevserê wê Farûk Platîn 6 meh cezayê ji mal durxistinê girt. Jina ku rastî îşkenceyê hat bi zarokên xwe re li stargehê ma û digot ku ez dixwazim dest ji hevsrê xwe berdim û digot ez venagerim. Lê mixabin tiştekî balkêş derket holê. Dadgeha Hiqûq a Asliyeyê Sarayê ligel ku hevserê wê 6 mehan ji mal dûr xistibû jî ew dîsa şand cem hevserê wê. Dema ku Sidika di stargehê de bû parêzerê hevserê wê her tim diçû serdana wê. Dixwest ku Sidika ji vê gilîkirinê vegere. Lê Sidikayê nedixwest ji vê biryara xwe vegere. Mixabin dema ku bi malbata xwe re jî hevdîtin pêk anî malbata wê jî zarokên wê qebûl nekir û li ser vê yekê neçar ma ku ji vê biryara xwe vegere. Sidika neçar ma ku vegere ew mala ku lê îşkence hatibû kirin. Her wiha dewlet û saziyên jinan jî li dijî vê bê deng man û rasterast ew terkî mirinê kirin.
ÇI BÛBÛ?Li gundê Kapikoyê ya Sarayê di 25'ê îlona 2009'an guhê hevsera xwe Sidika Platîn jê kiribû û ew anîbû ber mirinê. Farûk Platîn piştî demek kin dibin çav de mabû, hate berdan. Walîtiyê, Sidika Platîn jî xistibû bin parastinê de. Piştre jî Dadgeha Malbatê ya Wanê 6 meh cezayê ji malê dûrxistinê da Farûk Platîn û Platîn jî dîsa radestî hevserê wê hatibû kirin.
WAN - DÎHA
19/07/2010
Welat
Yorum ekle