Pazartesi, 19 Temmuz 2010 14:33
u. tarafından yazıldı.
ÎZMÎR (DÎHA) - Dozgerê Komarê yê Îzmirê, îdîanameya der barê kuştina Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kurd ê ji aliyê ulkucuyan ve hatibû kuştin temam kir û pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê kir. Dozger, di îdîanameyê de gotina Waliyê Muglayê Ahmet Altiparmak a 'Guleya Kurt kuştiye ji çeka polîsan derneketiye' derevand û diyar kir ku di dîmenan de bi zelalî tê dîtin ku G.Ş, Kurt kuştiye.
Li Muglayê di şeva 11'ê gulanê de ulkucuyan bi kevir, kêr û daran êrîşî xwendekarên kurd kirin. Di êrîşê de polîsan ji bi bombeyên gazê û copan alîkarî da ulkucuyan.
Di dema bûyerê de xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurt bi guleya polîsan birîndar bû û di 19'ê gulanê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê 2 kurd, 4 ji ulkucu bi tevahî 6 xwendekar û polîsê bi navê G.Ş hate girtin. Wê demê Waliyê Muglayê Ahmet Altinparmak, diyar kir ku Kurd bi guleya polîsan nehatiye kuştin. Lê îdîanameya der barê bûyerê deha hatiye amadekirin walî derevand û dibêje ku gula aydê polîsê bi navê G.Ş ye. Şahidê veşarî, ku bûyer di destpêkê hate dawiyê ditiye, bi avayekî zelalî hemû bûyer vegot. Di îdîanameyê de tê gotin ku di dema bûyerê de polîsên bi navê G.Ş û Oktay Kebabçi çekên xwe kişandine û gule berdane hewayê û wiha tê domandin: "Lê piştî ciwan belavbûn bolîsê bi navê G.Ş li ber Pastaxaneya Kibrisê vê care raste rast gule berdane ser girseyê. Vê demê guleyek li pişta Şerzan Kurd ket û ji singê wî re derket. Di encama lêgerîna cihê bûyere de gelek qalikên guleyên menşeya wan MKE hatine dîtin. Ji bilî van qalikan tu tişt li cihê bûyerê nehatine dîtin."
Şahidê veşarî: Kesekî ku nava polîsên fermî de bû ew kuştDi îfadeyên şahidê veşari ku di îdîanameyê de cih digirin wiha ne: "Şahid ditiye ku di dema bûyerê de kesekî sivîl û pora wî tuneye, di nava polîsên fermî yen bi unîforma de, çeka xwe kişandiye û gelek caran gule berdane ciwanan. Di enacama gulaberanê de ditiye ku ji nava xwendekaran de kesek ketiye erdê û ji bilî heman kesî tu kesên gule bernedane. "Di îdîanameyê de tê gotin ku şahidê veşarî di nava 16 wêneyan de wêneyê G.Ş teşhîskiriye û ev tişt tên diyar kirin: "Hem li gorî îfadeyên şahidê veşarî. Hem jî li gorî dîmenên ji kameraya Qereqola Komîser Hamdîbey ya Polîsan hatine girtin bi avayekî zelal hatiye testpîtkirin ku kesê Kurt kuştiye, polîsê bi navê G.Ş ye.
Li gorî polîsan xwendekarên kurd jî gule berdane!Di îfadeyên polîsên ku di roja bûyerê de li cihê bûyerê bûne jî, hate parastin ku G.Ş û Oktay Kebabçi raste rastî gule bernedane çalakvanan. Van polîsan angaştin ku wê demê di nava koma xwendekarên kurd de dengê çekê bihistine.
Di îdîanameyê hate destnîşan kirin ku, hem li gorî îfadeya şahidê veşarî hem jî li gorî dîmenên qemereyên derdorê cihê bûyerê û yên Qereqola Komîser Hamdîbey û disa li gorî girtînameyên teşhîskirinê,bi avayêkî bê guman hatiye tespîtkirin ku Şerzan Kurt bi gula ji çeka polîsê bi navê G.Ş hatiye kuştin. Di îdîanameyê hate xwestin ku G.Ş li gorî xala 82/1 ya TCK "Bi gumana zanebûn mirov kuştiye" bê cezakirin.
Danişîna doza Ş. dê 10'ê tebaxê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê bê dîtin.
Dozaciwanan
Yorum ekle