Di doza kuştina Engîn Çeber de cezayê herî zêde ji ber îşkenceyê hate birîn. Kesên ji ber kuştinê hatin cezakirin bi saya kamerayên li qereqolê hatin cezakirin û her wiha heta niha di van bûyerên bi guman de de kamera xera bûne.

Kesên ji ber kuştina Engîn Çeberê ku di binçav de hatiye kuştin, hatine cezakirin bi saya, kamerayên li qereqolê hatin cezakirin. Lê heta niha kemarayên gelek qerekolên ku bûyerên kuştinên bi guman pêkhatine her tim “xera” bûne.

Di doza kuştina Engîn Çeber de cezayê herî zêde ji ber îşkenceyê hate birîn. Duyemîn Midûrê Girtîgehê û peywirdarên ceza ji ber kemereyan girtin. Eger kemera nebana wan ev qas cezayê giran nedigirt. Lê hemû kemerayan qereqolan wekî qerekola ku Çeper lê hatiye kuştin saxlem nebûn. Daneyên kuştinên di binçav de ji aliyê Baran Sav ku li ser nava Baran Dursunê bi guleya polîsan hatibû kuştin hat avakirin dane ber hev. Li gorî van daneyan, piştî ku qanûna PSVK'ê derketiye ji sala 2007 an heta niha 83 kes bi guleyên polîsan, an jî di binçav de hatine kuştin. Di nava 2 salên dawî de jî di qereqolan de 20 şiklekî biguman hatine kuştin, lê ji ber ku kamerayên van qerqolan 'Bi erze bûn” tu polîsên ku hatin darizandin ceza negirtin.

Navên kesên di nava 2 salên dawî de di qerekolan de jiyana xwe ji dest dane ev in:

- Festus Okey di 9'ê îlona 2007'an de li Navenda Polîsan a Taksîmê bi guleyekê jiyana xwe ji dest da. Polîs, wiha got: “Çek di destê min da bû lê min dest bi tekîkê nekir. Hin caran kemera xirab dibûn roja bûyerê çima nedixebitîn ez nizanim.” Doz hêj didome.

- Metîn Yuksel, dema ku li Qereqola Polîsan a Zonguldak saet di 17.00'an de maumileyên wî dikirin xwe di paçeyê de avêt û polîsan cenazeyê Yuksel bi awayekî lezgîn hilgirtin hûndûr. Polîsan wiha got: “Metîn xwe di paçeya nezaretxaneyê de avêt. Em nizanin ka kamera dixebitin an na.”

- Abdurrahman Sozen, di 21'ê tîrmeha 2009'an di Qereqola Polîsan a Gumuşpalayayê ya Îzmîrê bi guleyê hate kuştin. Li gorî qeydên fermî, dema ku A.Rahman li nezaretxaneyê çeka polîs girt 2 gule berdan hewayî û pişt re jî guleyek li serê xwe da û întîxar kir. Polîs: wiha got: “A.Rahman çeka min girt berê gule berdan hewayî û pişt re guleyek li serê xwe da. Ji ber ku kamera xirabû qeyîd tuney.” Di cînayeta A. Rahman kemereyan emniyetê yên ewlehî nedixebitîn.

- Osman Asli, di Qereqola Polîsan a Firuzkoy a Avcilarê ya Stenbolê bi benê solan darvekirî hate dîtin.

- Ahmet Comert ê 23 salî di nezaretxaneya navenda polîsan a Daricayê ya Kocaeliyê bi darvekirî hate dîtin.

-Resul Îlçîn ê 52 salî ji aliyê polîsên Navçeya Hezexê yên Şirnexê ve hate biçavkirin û pişt re hate qetilkirin.

- Ahmet Akbaş, Li Qereqola Esenler a Polîsan mirî hate dîtin.

- Abbas Înan, hate angaştin ku di kanûna 2008'an de li Navenda Polîsan a Anafarta ya Çanakkaleyê xwe bi darve kiriye û dawî li jiyana xwe daye.

- Erdal Erdoglu di 03'ê tîrmeha 2008'an de hate binçavkirin û bi lêdana bi copan hate kuştin.

- Welatiyê Polonya Dariusz Witek piştî 3 rojan li ber deriyê Kumkapi hate rawestandin li Mêvanxanya Şaxa Midûriyeta Polîsan a Yabancilar di 18'ê îlana 2008'an de mirî hate dîtin. Hate gotin ku întihar kiriye.

- Gokhan Belguzar, hate îdiakirin ku di li Stenbolê di nezaretxaneya polîsan de bataniye li xwe gerandiye û dawî li jiyana xwe anîye. Der barê wê de lêpirsîn nehat destpêkirin.

- Erhan Turan li Navenda Qereqola Polîsan a Şîşlî di 26'ê adara sala 2010'an de hate binçavkirin. Hate gotin ku xwe ji qatê 7'emîn avêtiye xwar û dawî li jiyana xwe daye.
AMED- DÎHA

Azadiya Welat

Yorum ekle

Güvenlik kodu
Yenile