Li Halkaliya Stenbolê li hemberî wesayîta leşkerî kemîna bi bombe hate danîn. Di encama teqîna ku hate îdiakirin ji dûrve hatiye kumandekirin 4 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn. Li Amedê jî leşkerek hat kuştin 8 leşker jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN - AMED
Stenbol bi teqîna li Halkaliyê ya li hemberî otobûsa leşkerî hişyar bû. Duh sibehê saet di 7.10’ê de li Halkaliyê li hemberî otobûsa serwîsa leşkeriyê dikir teqîn pêk hat. Di encama teqînê yek ji keçikeke 17 salî, 4 jê çawişên pispor 5 kes hatin kuştin herî kêm 15 kes jî birîndar bûn.

Heman rojê li Farqîna Amedê jî pevçûn qewqimîn. Li gorî agahiyên fermî yên dewletê herî kêm leşkerek hate kuştin û gelek leşker jî birîndar in.

4 KES HATIN KUŞTIN
Li Semta Halkaliya Stenbolê otobusa sivîl ku personelên leşkerî têde bûn dema derbas dibû rastî teqînê hat. Di encama teqînê de çawişên pispor Çaglar Boluk, Ugur Ekîr, Berbaz Bekîr Çelîk û çawişek din hatin kuştin. Di heman teqînê de keça çawişekî pispor a bi navê Buse Sariyag (17) jî hate kuştin. Di heman teqînê de herî kêm 15 personelên leşkerî jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatine belavkirin, rewşa 2 birîndara xeternak e.

Rayedarên dewleta tirk ragihand ku teqîna li ser riya TEM’ê ya Halkaliyê pêk hatî ji dûr bi riya kumandayê pêkhatiye.

AJAKORÎ TEQÎN VEGOT
Ajokarê otobûsa ku serwîsa leşkerî pêk dianî Neşat Yenî anî ziman ku teqîn di dema 07.10’ê de pêk hatiye û wiha got: “Yekser teqîn çêbû. Min alîkariya birîndaran kir. Tê bîra min ku 10 birîndar ji wesayîtê derxistine. Di rêzên navberê yên otobûsê de keçikeke 17 salî rûniştibû. Rewşa wê giran bû, piştre min bihîst ku miriye. Di wesayîtê 30-35 kes hebûn. Ev 6 meh in li ser heman xetê dixebitim. Piştî teqînê fermandarê wesayîtê çend gule berdan. Banga alîkariyê kir.”

MUTLU ÇI GOT?
Piştî teqînê Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu jî çû cihê teqînê û ev agahî dan: “Li gorî agahiyên me bi dest xistine, teqîn ji dûrve hatiye kumandekirin. Bombeyeke bandora wê ya parçeyê zêde hatiye bikaranîn.” Li gorî agahiyên li ser medya tirk hatine belavkirin, hate îdiakirin ku bombe di koşxaneyê bi alarm de hatiye bicihkirin û danîn.

LI FARQÎNÊ JÎ ŞER
Agahiyên ji bo teqîn û kuştinê bi tenê ji Stenbolê nehatin. Duh li Farqîna Amedê jî agahiyên der barê şer de belav bûn. Di encama serdagirtina qereqolekê de, li gorî agahiyên çavkaniyên dewleta tirk belav kirine, leşkerek hate kuştin, ligel 4 leşkeran 4 sivîl jî birîndar bûne. Heman çavkaniyan îdia kir ku 5 gerîlayên PKK’ê jî hatine kuştin.

TAK GIRT SER XWE
Her wiha teqîna li Halkaliya Stenbolê Teyrên Azadiya Kurdistanê (TAK) girt ser xwe. TAK bi postaya elektronîk daxuyanî da û berdevka TAK’ê Dogan Baz, diyar kir ku armanca wan vesayîtên leşkerî ye, ne sivîl in. Baz, destnîşan kir ku heke sîvîlek zirarê bibine dewlet berpirsyar e.

Welat

Yorum ekle

Güvenlik kodu
Yenile